Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Êrîşî ser Behreyn, Kuweyt û Urdinê Kir

Map for Iran Regional attacks story
Map for Iran Regional attacks story

Di Encama êrîşên Îranê de li ser hin welatên Kendavê, îro Pêncşemê keçeke Behrênî ya11 salî bi sivikî birîndar bûye, piştî ketina bermayên dronên Îranî yên ku hatibûn têkbirin.

Wezareta Navxweyî ya Behreynê di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê, ragihand: "ji ber êrîşa Îranî li bajarê Hemad û paytext Manamayê hijmareke wesayîtan agir pê ketin û hin xanîyan zirar dîtin.

Wezaretê di posteke din de li ser platforma X'ê ji welatîyan û niştecihan xwest ku aram bimînin, ber bi cihê ewle yê herî nêzîk ve biçin û nûçeyên nû bi rêya kanalên fermî bişopînin.

Ji alîyê xwe ve Fermandariya Giştî ya Hêza Parastinê ya Behrêynê her wiha ragihand ku çend mûşek û dronên Îranî yên ku deverên sivîl li Behrêynê hedef girtine, hatine têkbirin û hilweşandin, û piştrast kir ku yekîneyên parastina hewayî bi bandoreke bilind êrîş çareser kirine û bi serkeftî ew têk birine.

Li Kuwaytê Artêşê diyar kir ku pergalên wê yên parastina esmanî niha "armancên asmanî yên dijmin" dixe xwarê.
Fermandarîya Giştî ya Artêşê îro sibê di postekê de li ser platforma X'ê de ji her kesî xwest ku pabendî rênimayên ewlehîyê yên ku ji hêla sazîyên pêwendîdar ve hatine dayîn bin û ji çavkanîyên fermî yên destûrdar agahdarî werbigirin.

Li Urdunê jî Hêzên Çekdar ragihand ku sîstemên parastina esmanî îro serê sibê 20 mûşekên ku ji Îranê ber bi herêma Azraqê ya li parêzgeha Zerqa ve hatibûn avêtin, xistine xwarê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Urdunê (Petra), çavkanîyeke leşkerî ya berpirsiyar li Fermandarîya Giştî ya Hêzên Çekdar diyar kir ku di encamê de bermayên mûşekan ketine, lê ti qurbanîyên mirovî an jî zirarên madî çênebûne.

Tê zanîn Pasdarên Îranê ragihand ku wan îro serê sibê li Kuweyt, Behreyn û Urdunê êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkî kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG