Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne

Parlemantoya Îranê îro roja Yekşemê, pêşnîyar qanûnek pejirand ku tê de hevpeyvîn an jî her formeke têkilîyê bi dezgehên medya yên ku desthilata Îranî wan wekî "dijmin" dibîne di nav de medya Amerîkî, Îsraîlî û her kenalek din ku ji alîyê herdu welatan ve têne fînansekirin weka tawan dibîne.

Li gorî vê pêşnîyarê ku berîya bibe yasa hîn pêwîstîya wê bi erêkirina Encûmena Parêzerên Destûrê heye, hevpeyvîn an jî beşdarbûna di danûstandinan de bi van dezgehên medyayî re tê qedexekirin, û wekî ku ajansa Reutersê ji medyayên Îranî veguastîye, binpêkerê vê qanûnê dê bi zindankirina ji şeş mehan heta du salan werin cezakirin.

Her wiha ji bo encamdana hevpeyvînan bi medyayên din ên biyanî re dê agahdarkirina Wezareta Îstixbaratê pêwîst be, di heman demê de têkilîya bi balyozxaneyên biyanî, ofîsên rêxistinên biyanî an sazîyên din ên ne Îranî re, bêyî agahdarkirina Wezareta Derve û wergirtina destûreke nivîskî ji wê, dê bi ceza û bêparbûna ji hin mafên civakî were cezakirin.

Ev dozên dikevin bin vê qanûnê, dê li Dadgehên Şoreşê werin dadgehkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG