Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Esmanî yên Îranê Dest bi Hîndarîyeke Berfireh Dike


Îran îro Pêncşemê perwerdeya salane ya hêzên xwe yên esmanî li seranserê welêt destpê kir, hefteyekê piştî ku hîndarîyeke din ya berevanîya esmanî kiribû.

Televîzyona dewletê ragihand ku di vê perwerdeyê de firokeyên şer, dronên êrîşker û çavdêrîyê û çekên giran wekî mûşekên bi lazerê wê beşdar bibin.

Raporta televîzyonê got ku dê hemû bingehên esmanî yên artêşa Îranî dê beşdarî vê hîndarîyê bibin. Tê ragihandin ku li Îranê 12 bingehên esmanî hene. Raportê dîyar nekir ku ewê ev perwerde çend rojan bidome.

Hefteya borî, Îranê perwerdeya berevanîya esmanî ya salane bo du rojan li dar xistibû. Di wê perwerdeyê de hêzên artêşê û yên nîvleşkerî beşdar bûbûn.

Îran bi awayekî berdewam van perwerdeyan li dar dixîne û dibêje ku ew rewşa amedebaşîya hêzên xwe yên şerker û karînên leşkerî yên welêt dinirxîne.

Jiber programa Îranê ya navokî, li herêmê Rojhilata Navîn rewşeke girjîyê peyda dibe.

Gotûbêjên li Viyenayê jibo vejandina rêketina navokî ya sala 2015’an di navbera hêzên cîhanî û Îranê de ji Hezîranê ve hatine rawestandin û ti dem bo jinûve destpêkirina wan nehatîye destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG