Parlemana Îranê roja Yekşemê deng da ku wezîrê pîşesazî yê wî welatî, yekem endamê kabîneya serokê tundrew Ebrahîm Raîsî ku ji hilbijartina wî di sala 2020an ve hatî împçkirin, ji kar dûr bixe, li gel zêdebûna nerazîbûna aborî li seranserê welêt.
Parlemanterên ku deng dan ji bo ji kar dûrxistina wezîrê pîşesazî û maden û bazirganiyê Riza Fatemî Emîn, ew tawanbar kir ku wî nekariye "bihayên bilind ên otomobîlan û bilindbûna lêçûnên hilberîna pîşesaziyê" kontrol bike û ew bi rêveberiya nebaş şermezar kir.
Serokê parlemanê Muhammed Baqir Qalîbaf di televizyona dewletê de got: "Ji 272 parlemanterên amade 162 parlementeran dengê xwe dijî wezîr dan.
Çavkanî: Reuters