Lînkên eksesibilîtî

Îran bi Awakî Serkeftî Têsta Moşekeka Balistî Dike


Medya Dewleta Îranê dibêje leşkerên Îranê mûşekeka balistî ya nû û bi awakî serkeftî têst kir.

Tilfizyona fermî hin girteyên vîdyo yên têsta mûşekê îro Şemiyê belav kirin.

Tilfizyonê diyar nekir kengî û li ku mûşeka Xuremşehir hatibû têstkirin.

Mûşek dikare bo 2,000 kîlometir biçe û wê şiyana hilgirtina jimarek seriyên şer heye.

Serok Hesen Rûhanî doh Înê di rêveçûneke leşkerî de got Îran dê programa xwe ya mûşekan bihêz bike bê ku rêdanê ji welatekî din bixwaze.

Tê zanîn, Îranê rêkeftinek li gel welatên mezin ên cîhanê –Rûsya, Çîn, Frensa, Almanya, Birêtanya, û Amerîka- îmze kir ji bo sînorkirina programa wê ya navokî û ev têsta dawî renge rastî rexneyên Amerîka bê.

XS
SM
MD
LG