Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Tawanbariyên Amerîka û G-7 Yên Êrîşkirina Barhilgira Niftê Red Dike


Barhilgira Niftê MT Mercer Street

Îranê Îro Şemiyê tawanbarkirina grûpa welatên G-7 û artêşa Amerkî bi êrîşkirina barhilgira niftê ya di deryaya Ereb de hefteya borî, red kir û wê dijmina xwe Îsraîl bi amadekirina sînaryoyekê tawanbar kir ku hevdem e bi wergirtina serokê nû yê Îranê posta seroktîyê re.

Tê zanîn, gemiya barhilgir MT Mercer Street ya karsazekî Îsraîlî roja 29ê Tîrmehê li beramber qeraxên deryaya welatê Umanê rastî êrîşekê hat û di encamê de du endamên tîma wê hatin kuştin, ku yek Romanî û yê din Brîtanî bû.

Hejmarek welat , di nav de jî Amerîka û Brîtanya û Îsraîlê Îran bi berpirsiyariya êrîşê tawanbar kir, lê Tehran vê yekê red dike.

Roja Înê grûpa welatên G-7 jî Îran bi êrîşê tawanbar kir, di demekê de ku serkirdayetiya navendî ya leşkerî ya Amerîka raportek belav kir ku tê de hin “belgeyan” nîşan dide li dor bikaranîna firokeke bê firokvan di êrîşê de ku “li Îranê hatiye çêkirin”.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Şemiyê di daxuyaniyekê de got,” em bi tundî daxuyaniya wezîrên derve yên G-7 û niwênerê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupî şermezar dikin, ku ti bingeh jê re nîne û tê de tawanbariyên bê bingeh arastey komara Îslamî ya Îranê kirine.”

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG