Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Xi û Putin Soz Dan Ku Çekan Nefiroşin Îranê

Serok Donald Trump
Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê, Donald Trump îro Înê di Truth Social de, got ku hem Serokê Çînê Xi Jinping û hem jî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin soz dane ku di bin tu mercan de çekan nefiroşin an jî nedin Komara Îslamî ya Îranê.

Trump di daxuyaniyê de ragihand ku di civîna xwe ya dawî de li Pekînê, Xi Jinping soz da ku ne dewleta Çînê û ne jî şîrketên Çînî dê çekan bidin an bifiroşin Îranê.

Wî got ku bi rêzgirtina têkiliyên navbera her du welatan, ew bi gotina serokê Çînê bawer e.

Di heman daxuyaniyê de, Trump got ku Vladimir Putin jî, tevî şerê berdewam li Ukraynayê, ragihand ku Rûsya dê çekan nefiroşe Îranê.

Li gorî daxuyaniya Serok Trump, Putin dizane ku Amerîka rasterast çekan nafiroşe Ukraynayê, lê belê wan difiroşe welatên NATO'yê ku bihayê wan bi temamî tê dayîn.

Trump got "Lê min jê tune ye, ka NATO bi çi awayî wan çekan belav dike."

Trump di dawiyê de got ku, li gorî nirxandina wî, ne Çîn û ne jî Rûsya di pêşkêşkirina çekan ji bo Îranê de beşdar in.

Wî got jî ew ne di wê bawerê de ye ku ne Çîn û ne jî Rûzya piştgiriya Îranê di şer de bikin, Trump got, heke ev yek pêk bihata, ew ê ji bo wan welatan encamên neyînî hebûna. gor

Daxuyaniya Trump di demekê de hat ku gotûbêjên navneteweyî li ser ewlehiya herêmê û têkiliyên Îranê bi hêzên mezin ên cîhanê re berdewam in.

This item is part of
XS
SM
MD
LG