Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiya Brîtanî Zaghari Bo Cara Duyê li Tehran Tê Darizandin


Nazanin Zaghari-Ratcliffe, piştî berdana wê li Tehran 7ê Adarê, 2021.
Nazanin Zaghari-Ratcliffe, piştî berdana wê li Tehran 7ê Adarê, 2021.

Parêzerê Nazanin Zaghari-Ratcliffe, ya ku welatiya Brîtanî-Îranî ye, roja Yekşemê li Tehran derket pêşberî dadgehê ku bi "Propagenda li dij rejîmê" tê tawanbar kirin, ev cara duyê ye ew tê dadgeh kirin, piştî ku hefteya borî sizayê 5 salên zîndankirinê bidawî kirîn û serbest hatî berdan.

Rûniştina dadgehê hêviyên malbat û alîgirên wê ji bo serbestberda zû ya kesa 42-salî têk bir, pirsa ku bûye sedema zêdebûna tengezariya dîplomatîk di navbera London û Tehran de.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtaniya Dominic Raab got ku "Nayê qebûlkirin ku Îran berdewamiyê bide dozê û bo cara duyan bi temamî şêweke keyfî ya girtina Nazanîn Zagharî hilbijêre. Dêvê rêya wê bihê vekirin û bê gîrobûn vegere nava malbata xwe li Brîtanya."

Dominic herwiha got "Emê jibo piştevaniya wê bi her awayî berdewam bibin."

Hojjat Kermani parêzerê Nazanîn got nihe ew bi tawana "propagenda li dij rejîmê tê tawanbar kirin ku wê di meşekê de li hember balyozxaneya Îranê li London beşdarî kirîye" li sala 2009ê.

Nazanîn Zagharî di daghê de axift û hemû tawanên paldayne wê red kirin, li gor kampeyna piştevanîya jibo Azadiya Nazanînê.

Grûpa piştevaniyê dîsan gotiye "Nazanînê…Hemû xalên tawanan û belgeyên hatine nîşandan desnîşan kirine ku beşek bûn ji dadgehkirina wê ya sala 2016ê. Û got "Berî niha li ser van tawan û belgeyan hatiye dadgeh kirin".

Parêzer Kermani gotiye ajansa Frans Press AFP "Lêpirsîn di atmosfêrek aram û baş de û bi amadebûna muwekila min pêkaht".

XS
SM
MD
LG