Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Roj Piştî Agirbestê, Welatîyên Îranê Hîn di Tarîtîya Dîjîtal de ne

Agirbesta du hefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de derbasî roja xwe ya duyem bû, lê belê rejîma Îranê hîn jî xizmeta înternetê ji ser welatîyan Îranê qut dike.

Rêxistina NetBlocks ya çavdêrîya înternetê îro Pêncşemê ragihand ku birîna înternetê li Îranê ket roja xwe ya 41’an. Ev tê wê wateyê ku bûye 960 demjimêr ku welatîyên Îranê bi giştî ji cîhana derve hatine qutkirin.

NetBlocks di daxuyanîya xwe de eşkere kir ku “ev tedbîrên bêhempa yên di pîvan û dema birînê de, mafên ragihandin û agahdarbûnê yên Îranîyan binpê dikin.”

Qutbûna înternetê bi destpêka şerê di navbera Amerîka, Îsraîl, û Îranê de 28’ê Sibatê destpê kir. Ji ber birîna înternetê, welatîyên Îranê nikarin bi malbatên xwe re biaxivin yan jî bazirganîyê bikin.

Li gor raporta NetBlocks, Îran bûye yekem welatê cîhanê ku piştî hebûna înterneteke gerdûnî, vegerîyaye toreke girtî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG