Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Dibêje Wan Zeviyeke Niftê ya nû Vedîtîye


Serokê Îranê Hesen Rûhanî
Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Serokê Îranê dibêje Îranê zeviyeke nû ya niftê li başûrê welêt vedîtiye ku bêhtirî 50 milyar bermîl nift vedihewîne. Ev vedîtin wê berhemhênana Îranê ya niftê bi rêjeya 30% zêde bike.

Ragihandina Hesen Rûhanî tê di demekê de ku Îran rastî cezayên tund ên Amerîka dibe, piştî vekişîna eva dawî ji rêkeftina navokî ya Îranê li gel hêzên mezin ên cîhanê.

Rûhanî îro Yekşemê di axaftinekê de li bajarê Yazd, vedîtina zeviya niftê ragihand. Zevî li parêzgeha Xozistanê ye ku berê cihê girîng ê nifta welêt e.

Rûhanî got wê dora 53 milyar bermîlên din zêde bibin li berhema niftê ya ku berê 150 milyar bermîl e.

Ajansa nûçeya a nîv-fermî ya Îranê Fars ji ser zimanê Rûhanî ragihand ku gotiye:

“Ez ji Koşka Spî re dibêjim, di van rojên ku we ceza dane ser firotina nifta Îranê, karker û endazyarên welêt karibûn 53 milyar bermîlên niftê bibînin.”

XS
SM
MD
LG