Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IRNA: Îran Çekên Nû Yên Berevaniya Esmanî Radigihîne


Ajansa fermî ya nûçeyan IRNAyê ragihand ku Îranê roja Şemiyê çekên nû nîşan dan, di nav de jî sîstema Arman a mûşekî ya dijî balîstîk û sîstema berevaniya esmanî ya Azaraxş.

Ragihandin di demekê de tê ku girjî li herêmê zêde bûne, û mîlîtanên Hûsî yên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, rêzek êrîş li ser keştiyên girêdayî Amerîka, Brîtanya û Îsraîlê li Deryaya Sor pêk anîn ji bo nîşandana hevgirtinê bi Kerta Gazayê re.

Gaza ji ber êrîşên Hamasê yên li ser başûrê Îsraîlê di 7ê Cotmehê de, ji aliyê Îsraîlê ve rastî êrîşeke leşkerî ya berfereh tê.

Di bersiva êrîşên Hûsiyan de, Amerîkayê cihên li hundirê Yemenê û herwiha navendên komên ku Îran piştgirîya wan dike li Îraq û Sûriyê kirine armanc. Grûpên girêdayî Îranê li Sûriyê û Îraqê êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê kirine. Îsraîl jî li Sûriyê li armancên Îranê dixe.

Roja Şemiyê merasîma vekirina du sîstemên li ser erebeyan bi amadebûna Wezîrê Berevaniya Îranê Mihemed Riza Aştîyanî birêve çû.

IRNAyê got: "Bi ketina sîstemên nû bo tora berevaniyê ya welêt, şiyana berevaniya esmanî ya Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî berçav zêde dibe."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sîstema mûşekî ya Arman "dikare hevdem bi şeş armancan re li dûrahiya 120 heta 180 km rûbirû bibe", di heman demê de sîstema mûşekî ya Azaraxş"dikare armancan nas bike û wêran bike... heta dûrahiya 50 km bi çar mûşekên amade bo avêtinê".

Di meha Hezîranê de Îranê tiştê ku karbidestan wek yekem mûşeka xwe ya balîstîk a navxweyî ku ji deng bezatir e, bi navê Fettah, bi dûrahiya 1,400 km, pêşkêş kiribû.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG