Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê Bi IAEA Re Erê Kir Ku Kêşeyên Navokî Çareser Bikin


Îranê îro Şemiyê got wê li gel Ajansa Enerjiya Atomî ya Navnetewî (IAEA) li dor nexşeriyekê erê kir ku hemî pirsiyarên hilawêstî yên girêdayî programa Îranê ya navokî berî 21ê Hizêranê çareser bikin, di gavekê de ku tê dîtin wek nûtirîn hewla vejandina rêkeftina navokî ya sala 2015an.

Ev ragihandin tê di demekê de ku hemî aliyên di axaftinên nerasterast yên Tehran û Waşintonê de beşdar in, gotine ku ew li Viennayê nêzîkî gihîştina rêkeftinekê dibin.

Berpirsê bernameya navokî ya Îranê Mihemed Eslamî di konferanseke hevbeş de li gel berpirsê IAEA Rafael Grossi got:

“Me erê ku heta berî dawiya meha (Îranî ) ya Khodad (21 Hizêranê) belgeyên li dor pirsên hilawêstî di navbera Tehran û Ajansê de dabîn bikin.”

Grossi doh Înê gihîşte Tehranê ji bo gotûbêjkirina kêşeyên dawî yên ku rê li rêkeftina navokî digirin.

Wî di konferanseke rojanamevanî de got:

“Girîng e ku ev têgihştina hebe... ji bo karkirina bi hev re, ji bo karkirina gelekî rijd...Bê çareserkirina van kêşeyan, renge hewlên nûvejandina plana JCPOA ne pêkane be.”

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG