Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje wê Kerta Taybet a Welêt Kirîn û Firotina Niftê Bike


Eshaq Jahangirî, Cîgirê Serokê Îranê
Eshaq Jahangirî, Cîgirê Serokê Îranê

Cîgirê yekem ê serokê Îranê dibêje wê kerta taybet a welêt di çarçoweya pilaneka nû de karibe kirîn û firotina niftê xam bike.

Ev pilana nû wek bersiv ji cezayên Amerîka re tê .

Eshaq Jahangirî îro Yekşemê li ser tilfizyonê ev axaftin kir.

Wî got li gor pilanê wê nifta xam li bazara navxweyî ya Îranê amade be.

Wî got:

“hewla me ewe ku em siyasetên Amerîka yên firotina niftê têk bidin û em piştrast in emê bi qasî pêwîstiya xwe niftê bifroşin.”

Hêjayî gotinê ye, rêveberiya Donald Trump huşdarî da hevalbendên xwe yên nêzîk, wek Korya Başûr, ku eger bazara li gel Îranê ranewestînin ew jî wê rastî cezayan bên.

XS
SM
MD
LG