Karmendên kerta neftê li çend bajaran li seranserê Îranê grevekê birêve dibin li dijî kêmbûna muçeyên wan, li gor raport û vîdyoyên ku gihiştine Dengê Amerîka.
Ligel zêdebûna rêjeya enflasyon û buhabûnê û valahîya mezin di navbera dahatê malbatan û lêçûnan, hejmarek sendîke û grûpên karker, mamoste û xanenişîn di hefteyên dawî de xwepêşandan û grevên berfireh destpê kirine.
Karmendên sektora neftê ku grevê dikin vê dawîyê daxwaza zêdekirina muçeyên xwe bi rêjeya 79% kirine.
Hikûmeta Serokê Îranî Îbrahîm Reîsî zêdekirinek bi rêjeya 27% daye pêş û soz daye ku buhabûnê di 2023’an de rawestîne. Lê karmendan ev yek qebûl nekiriye.
Di meha yekê ya vê salê de, Ajansa Nûçeyên Kar ya Îranê jî zêdebûna 40% bo buhayên xwarin û xizmetan ragihandibû.