Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) îro Yekşemê ragihand ku Îranê di êrîşeke şevê de li Hewlêrê li navendeka wê xistiye ku di encamê jîmareke endamên komê birîndar bûne.
Partîya opozîsyonê ya Kurdên Îranê ev agahî bi daxuaynîyekî li ser X’ê ragihand û got ku êrîş dijî endamên baskê wê yê çekdarî, Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê (PAK), li Çemşar, nêzîkî Dareşekran hatîye kirin.
"Niha, baregeheke Artêşa Niştimanî ya Kurdistanê li Çemşar, nêzîkî Dareşekran, ji alîyê rejîma Îranê ve bi dronan hat êrîşkirin. Jimarek Pêşmerge birîndar bûne," (PAK), li ser X’ê got.
Karbidestê PAK’ê Edîb Xaldîyan ji medya navneteweî re got ku hêzên Îranê saet di 02:00’ê sibehê roja Yekşemê de bi dronan êrîşê kampê kirine û di encamê de herî kêm 8 endamên PAK’ê birîndar bûne.
Bingeha PAK’ê ku hatîye êrîşkirin li herêma Hewlêr ye.
Ev daxuyanîya PAK’ê piştî wê hat, ku Îranê jibo şeva sêyê li pey hev êrîş bir ser gelek cihên Herêma Kurdistanê û di êrîşên roja Înê de 9 endamên komeke din opozîsyonê ya Kurdên Îranê a Komela, li bajarê Silêmanîyê hatin kuştin.
Partîyên opozîsyona Kurdên Îranê demek dirêj e ji bingehên li Herêma Kurdistana Îraqê, nêzî sînorê Îran û Îraqê, dîjî rejîma Tehranê çalakîyên cûrbecûr bi rê ve dibin.