Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Xelatek bo Pêzanînên ser Fînansekirina Pasdarên Îranê Terxan Kir

IRGC
IRGC

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wê xelatek 15 milyon dolarî ragihand ji bo agahdarîya ku dibe sedema hilweşandina torên darayî yên bi berpirsên payebilind ên Hêza Esmanî ya Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC)ve girêdayî.

Li gorî bernameya xelatên ji bo Dadmendîyê ya Wezareta Derve, xelat agahdarîyên li ser Ehmed Ce’ferabadî, Ebdullah Mehrabî û Elî Esxer Newrozî, dihewîne.

Bernameyê di malpera xwe ya fermî de got, "Di navbera mûşek, dron û qurbanîyên Îranê de, rêyek darayî heye. Alîkarîya me bikin ku em wê têk bibin."

Wezareta Derve rave kir ku IRGC di pêşxistin û bicihkirina mûşek û dronên Îranî, û her weha peydakirina alavên ji bo Pasdarên Şoreşê de beşdar e.

Wê zêde kir ku agahdarîya têkildarî sê berpirsan, an jî mekanîzmayên gihiştina çavkanîyên wan yên darayî, rêxistin û çalakîyên têkildarî hêza esmanî ya pasdaran, ew kes hêjayî xelata destnîşankirî tê dîtin û dikare ji bo xelatê mafdar be.

This item is part of
XS
SM
MD
LG