Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekolîneke Reutersê Tora Veşartî ya Leşkerî û Aborî ya Îranê Eşkere Dike

Vekolîneke ajansa Reutersê eşkere dike ku Îran toreke mezin a aborî û leşkerî, ku ji zêdetirî 5 hezar sazîyan pêk tê, bikar tîne ji bo kirîna alav û madeyên ku di çêkirina mûşek û dronan de tên bikaranîn.

Li gor vekolînê, ev tor ji bo derbasbûna cezayên welatên rojavayî û dorpêça deryayî ya Amerîkayê jî tê bikaranîn.

Belgeyên ku Reutersê lêkoîn kirine nîşan didin ku yek ji van sazîyan, di navbera Çileya 2025'an û Hezîrana 2026'an de, bi buhayê 2.3 milyar dolar alav û pêdivîyên leşkerî kirîne. Ev heyam çar mehên destpêkê yên şerê ku di Sibata 2026'an de dest pê kir jî dihewîne.

Kirînên torê madeyên kîmyayî yên ji bo hilberîna sotemenîya mûşekan, teqemenî, makînên elektronîk û parçeyên motorên balafiran dihewandin. Herwiha, bi sedan kamyonên giran û bi hezaran wesayît kirîne ku hin ji wan dikarin ji bo armancên leşkerî bên bikaranîn.

Pereyên Petrolê ji bo kirînên Leşkerî

Li gor belgeyên bankî, tor bi alîkarîya navbeynkar û şirketên li derveyî Îranê dixebite. Ev navbeynkar dahata ji firotina petrolê ya di bin cezayan de bikar tînin da ku alav û madeyan bikirin û wan bi rêyên cuda bigihînin Îranê.

Belgeyên bankî herwiha nîşan didin ku 36 sazîyên vê torê heta dawîya sala 2024'an 1.2 milyar dolar rezervên biyanî hebûn, di heman demê de sermayeya sazîyên din bi diravên herêmî bi qasî 1.8 milyar dolar bû.

Rêyên cuda ji bo gihandina alavan

Alav, teqemenî û madeyên ji bo mebestên leşkerî bi rêyên deryayî, bejayî û esmanî gihîştine Îranê. Di nav van rêyan de keştîyên ku ji Rûsyayê bi riya deryaya Qezwînê tên, kamyonên ji Asyaya Navîn û balafirên barhilgir ên ji Çînê hene.

Li gor pisporên çek û cezayan, gelek ji van madeyan dikarin di bernameyên leşkerî de bên bikaranîn, herçend ku hin ji wan ji bo mebestên sivîl tên bikaranîn jî, lê Îran wan vediguhêze bo mebestên leşkerî.

Pisporan ev tor wekî "Rêya hêz û jiyana leşkerî" ya rejîma Îranê şîrove kiriye, ji ber ku ew dikare dahata petrolê veguherîne kirînên ku ji bo bernameyên mûşek û dronan tên bikaranîn. Hikûmeta Îranê û gelek sazîyên wê yên têkildar bersiva daxwazên Reutersê ji bo şîrovekirinê neda.

This item is part of
XS
SM
MD
LG