Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê 66 Kes di Ketina Firokeka Bazirganî de Têne Kuştin


Medya Dewlketa Îranê îro Yekşemê ragihand ku 66 kesan jiyana xwe jidest da di encama ketina balafireka bazirganî de li herêmeka çiyayî ya mijavî li başûrê welêt.

Balafira hêlên esmanî Aseman ATR-72 li bajarê Yasuj ket, ku 780 kîlometir li başûrê Tehran a paytext e.

Peyvdarê hêlên Aseman Mihemd Taghî Tabatabay ji tilfizyona dewletê re got hemî sernişînên geştê jiyana xwe jidest da.

Wî got:

“piştî vekolîna li navçeyê, mixabin me naskir ku hemiyan jiyana xwe jidest daye. 60 sernişîn, di nav de zarokek, firokvan û hevkarê wî, 2 endamên tîmê mêvandariyê û her wiha du marşal li ser pişta balafirê bûn.”

Ji ber keşûhewa mijavî li çiyayên Zagros tîmên rizgarkirinê nikaribûn bigihin cihê ketina balafirê, li gor tilfizyona dewletê.

Tabatabay got balafir li çiyayê Dena ket ku 4,400 metir bilind e.

XS
SM
MD
LG