Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Rikeberên Sereke yên Serokayetîya Îranê Kandîdkirina Xwe Tomar Dikin


Herdu rikeberên sereke yên serokayetîya Îranê, serokê dadwerîyê yê tundrê Îbrahîm Raisî û serokê berê parlemanê Elî Larîjanî, îro Şemîyê xwe ji bo hilbijartinên meha bê tomar kir.

Hilbijartinên 18ê meha Hizêranê yên ji bo wergirtina serokayetîyê ji serokê niha Hesen Rûhanî, tê dîtin wek têstekê ji bo hikumranîya rêberên ayînî yên welêt.

Raisî yê 60 salî di meha Adara sala 2019an de ji alîyê serkirdeyê mezin ê Îranê Ayatollah Elî Xameneyî ve wek serokê dadwerîyê hat binavkirin.

Larîjanî, berpirsê berê yê guftûgoyên navokî û rawêjkarê Xameneyî, hêvî dike ku piştgirîya herdu alîyên mihafizkar û nermerê wergire û pirekê di navbera wan de ava bike.

Raisî di 2017an de li beramber Rûhanî hilbijart ji dest dan .

Rûhanê Nikare careke din xwe ji bo serokayetîyê bike kandîd.

Reformxwaz û çalakvanên mafên mirovan dibêjin ew ji dîroka Raisî wek dadwerekî tundrê bi tirs in, bi taybetî di salên 1980yî de, dema ku ew yek ji çar dadweran bû ku cezayê sêdarekirina bi hezaran girtîyên siyasî da.

XS
SM
MD
LG