Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerê Giştî Yê Îranê CIA Derbarê Xwepêşandanan Tawanbar Dike


Arşîv: Xwepêşandan li bajarê Tehran, roja 30.12.2017
Arşîv: Xwepêşandan li bajarê Tehran, roja 30.12.2017

Serdozgerê giştî yê Îranê raste rast ajansa Îstîxbarata Amerîkî "CIA" bi rêxistina xwepêşandanên protestoyî yên nihe li Îranê tên berdewam kirin tawanabr kir, lê CIA ev yek red kir.

Ajansa fermî ya Îranî "IRNA". Li gûr Mohammad Jafar Montazeri's, roja Pêncşemê ragihand ku, wî gotiye, xwepêşandan ji aliyê berpirsekî CIA ve tê birêvebirin û ji aliyê Îsrail û Erebistana Saûdî ve tê piştevanî kirin.

Montazeri, dibêje CIA weha plan kirîye ku, xwepêşandanên protestoyî heta nîva meha Sibatê veguhêze bo tevgerek"Çekdarî", ku bîranîna şorişa Îslamî ya Îranê ye dema sala 1979an pêkhatî.

Yek ji berpirsên bilind yên îdara Serok Trump daye zanîn ku, Amerîka ti rolek di wan xwepêşandanan û gûrkirina wan de nîne, xwepêşandan bixwe derketine.

Berpirsê bilind, di Îdara Trump de tekez dike ku, xwepêşandan bi giştî liser heza beşdaran çêbûne, berpirs nexwestîye jiber sedemên îstîxbaratî navê wî bihê eşkere kirin.

XS
SM
MD
LG