Alîreza Sepahî û Alîşreza Ra'isî, ku di dema protestoyên meha yek ya îsal de li Îsfehanê hatibûn desteserkirin, serê sibeya roja Duşemê, 5'ê Cotmehê, li girtîgehekê li wî bajarî hatin darvekirin.
Ajansa nûçeyan a Mîzan, ku girêdayî Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ye, herdu bi gelek sûcan tevî beşdarbûna wan di kuştina çar polîsan de di dema protestoyan de tawanbar kirin.
Çalakvanên mafên mirovan di çend mehên borî de gelek caran li ser metirsiya darvekirina van du girtîyên siyasî hişyarî dabûn.
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa mafên mirovan li Îranê Mai Sato, piştî darvekirina Alîreza Sepahî, rexne li cîbicîkirina cezayê darvekirinê kir. Beriya wê jî, nîgeranî li ser pêvajoya dadgehkirina wî ragihand bû.
Mai Sato li ser platforma X'ê nivîsî ku Alîreza Sepahî û pismamê wî li ber çavên malbata wan hatine lêdan û îşkencekirin. Herwiha, li gorî agahiyên hatine belavkirin, diya Sepahî jî li ber çavên wî hatiye îşkencedan.
Sato herwiha destnîşan kir ku cezayê darvekirina Sepahî di demekê de hatiye cîbicîkirin ku parêzerê wî hîn jî li pey rêyekê bû da ku dosya wî ji nû ve were lêkolînkirin.