Li dema ku yek ji mezintirîn xwepêşandanên dijî rejîma Îranê dikeve roja 13'an, Tehran înternetê bi berfirehî dibire û Serok Donald Trump jî dibêje ku dibe ku rejîm li ber ketinê be.
Birîna înternetê Pêncşemê destpê kir û heta Înê jî berdewam kir, li gor rêxistina çavdarîya înternetê ya navneteweyî Netblocks.
Netblocks di daxuyanîyekê de ser platforma X îro Înê got ku "ev bûye 12 demjimêr ku Îran bê înternet e piştî ku desthilatdaran birînek li seranserê welêt ferz kir, wekî hewldanekê ji bo veşartina raportên ser hovîtîya rejîma dijî xwepêşanderan."
Rêxistina navneteweyî got ku rêjeya peydabûna înternetê li Îranê dora 1 ji sedî ye.
Di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News ya Amerîkî, ji Trump hate pirîsn eger ew bawer dike rejîma Komara Îslamî li ber ketinê ye, wî bersiva da ku, "dibe ku li ber be. Tiştê ku wan berê kiriye, ew e ku wan teqekirin li xelkê kiriye. Xelkên bêçek li wir radiwestin û bi tivingan tên kuştin, yan jî tên girtin û paşê tên bidarvekirin û kuştin... Min got, eger ew wisa bikin, emê bi tundî li wan bidin. Em amade ne ku vê yekê bikin."
Hesabê zimanê Farisî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê ser X roja Pêncşemê ragihand ku "rejîma Komara Îslamî heta niha bi kêmî 38 kes kuştine, bêtirî 2,200 girtine û teqekirinê li xwepêşanderan dike. Lê vê yekê gelê Îranê ranewestandîye. Xwepêşandan li 111 bajaran belav bûne, û bazar li seranserê welêt hatine girtin. Dengên ku daxwaza guhertinê dikin li seranserê welêt vedidin û qebûl nakin ku bêdeng bibin."
Xwepêşandanan 28'ê meha borî li Tehranê destpê kir û li seranserê welêt belav bûn. Xwepêşandan derbarê nerazîbûna xelkê ji gendelî û siyasetên darayî yên rejîma Îranê ne ku bûne sedem kirîza aborî li wir xirabtir bibe û nirxê pereyê Îranê hembr dolar bi awayekî berçav dakeve.