Mîrê Qeterê, Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, got ku Qeter bûye armanca êrîşeke Îranê û ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serweriya welatê wî, qanûnên navneteweyî û prensîbên cîranîya baş e.
Şêx Temîm, di peyamekê de ku roja Sêşemê bi boneya vekirina daniştîna asayî ya duyemîn a Encûmena Şûrayê pêşkêş kir, got ku hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê yên welatê wî di parastina axa welêt de erkê xwe bi cih anîne.
Şêx Temîm bang li welatên Kendavê, welatên herêmê û civaka navneteweyî kir ku hewildanên xwe zêde bikin ji bo ewlekirina rêyên keştîyan li Kendava Erebî û Tengava Hormuzê, û parastina saziyên enerjiyê, avê û binesaziya sivîl.
Wî got ku bûyerên dawî nîşan dane ku ewlehiya herêmê û cîhanê bi hev ve girêdayî ne, û ne mumkîn e bandor û encamên nakokiyan ji aborî û aramiya navneteweyî were veqetandin.
Di warê aboriyê de, Mîrê Qeterê eşkere kir ku pişkek girîng ji hinardeyên welatê wî ji ber girtina Tengava Hormuzê rawestiyaye, û hin bingehên enerjiyê li bajarê pîşesazî yê Res Leffan'ê jî rastî zirarên rasterast hatine.
Mîrê Qeterê herwiha got" Girêdana me bi diyalog û çareseriyên aştiyane nayê wê maneyê ku em di parastina welat û serweriya xwe de paşde biçin. Di heman demê de, mafê parastina serweriya neteweyî ya me li dij hewildanên me yên ji bo astengkirina firehbûna şer û alozbûna herêmê nayê."