Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raîsî Dibêje Divê Îran Bi Biryardarî Bi Xwepêşandanan re Bide û Bistîne


Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî roja Şemîyê got ku divê Îran bi biryardarî digel xwenîşandanên ku welat dorpêç kirine piştî kuştina jinekê ku ji alîyê polîsên exlaqî yên Komara Îslamî ve hatibû girtin, bide û bistîne.

Li gorî televizyona dewletê ya Îranê, 35 kes hatine kuştin di xwepêşandanên hefteyekê de, ku li piraniya 31 parêzgehên wî welatî belav bûn.

Roja Înê, li gelek bajarên Îranê rêveçûnên organîzekirî yên dewletê hatin lidarxistin li beramber xwepêşandanên dijî hikûmetê, û artêşê soza rûbirûbûna "dijminên" li pişt nerazîbûnan da.

Medyaya dewletê roja Şemîyê ji ser zarê Raîsî got ku Îran divê "bi biryardarî bi wan kesên ku li dijî ewlehî û aramîya welat in re, mijûl bibe".

Raîsî bi rêya telefonê bi malbata endamekî hêza xwebexş ya Basîj re axifî ku dema beşdar bû di tepeserkirina xwepêşanderan li bajarê Meşhedê li bakurê rojhilatê wî welatî.

Medyaya dewletê ragihand ku, "Serokkomar tekezî li ser pêwîstiya cudakirina di navbera xwepêşandan û têkdana ewlehiyê de kir, û bûyer wek kiryarên têkdanê bi nav kir."

Xwepêşandan beriya hefteyekê li bakurê rojavayê Îranê li ser merasîma binaxkirina Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ku piştî girtina wê ji aliyê polîsên exlaqî yên ku pîvanên hicabê li ser cil û bergên jinan bicih dikin, ketibû komayê û jiyana xwe ji dest da.

Mirina wê hêrsa li ser mijarên wekî sînordarkirina azadiyên kesane li Îranê, kodên tund yên cilûbergên jinan û aboriyek ku ji ber cezayan têk diçe dîsa derxist pêş.

Jinan di çalakiyan de roleke sereke lîstin, desmalên xwe avêtin û şewitandin. Hinekan bi eşkere porê xwe dibirrîn dema ku girseyên hêrsbûyî banga ketina Rêberê Bilind Ayetullah Alî Xameneyî kirin.

Xwepêşandan mezintirîn xwenîşandan in ku welêt dorpêç dikin ji dema xwepêşandanên li dijî bihayên sotemeniyê di sala 2019 de, dema ku ajansa Reuters ragihand ku 1,500 kes di tepeserkirina xwepêşanderan de hatine kuştin. Ew di dîroka Komara Îslamî de rûbirûbûna herî bi xwîn bû.

Ajansên nûçeyan ên Îranê roja Şemiyê ragihandin ku 739 xwepêşander li parêzgeha Gîlanê ya li bakurê deryaya Qezwîn hatine girtin.

Hesabê çalakvan 1500tasvir, ku 125,000 şopîner hene, ragihand ku kenalên ragihandinê yên bi bajarokê Oşnaviye yê bakurê rojavayê welêt re qut bûne, û xetên telefona erdê jî qut bûne.

Oşnaviyê yek ji çend bajarên bakurê rojavayê Îranê ye, ku piraniya 10 milyon kurdên welêt lê dijîn, û wan roja Înê grevek li dar xist. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurd Hengaw vîdyoyek belav kir û got ku xwepêşanderan roja Înê çend deverên bajarok kontrol kirine.

Ajansa Reutersê ku ev nûçe belav kir nekaribû rastiya vîdyoyê piştrast bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG