Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Rejîma Îranê Tenê Peyamên Nivîskî Belav Dikin

Piştî 24 demjimêran ji êrîşên berdewam ên Amerîka û Îsraîlê li ser rejîma Îranê, hîn bi fermî ne zelal e ka kîjan karbidestên payebilind ên rejîmê di rewşeke ewle de ne.

Van karbidestên rejîmê tenê bi rêya peyamên nivîskî yên ku di medyaya dewletê de hatine weşandin helwest nîşan dane.

Mesûd Pezeşkiyan, Serokê Komara Îslamî hember kuştina Elî Xamineyî ragihand ku rejîm "tolhildanê" bo tawanbar û provakatorên vê bûyerê wek erk û "mafê rewa ye" dibîne û tekez kir ku hikûmet dê ji bo bicihanîna vê berpirsyarîyê gavan bavêje.

Serokê dadwerîyê Xulam Hisên Mohsenî Eje'î jî, di peyameke cuda de tekezî li ser pêwîstîya muhasebekirin û tolhildanê kir. Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî jî di daxuyanîyeke fermî de soza "tolhildanê" da.

Mihemed Bagir Galîbaf, Serokê Parlamenta Îranê di peyama xwe de ragihand ku Amerîka û Îsraîl "xeta sor ya Komara Îslamî derbas kirine" û dê "buhayê wê yekê bidin."

Elî Larîcanî, Sekreterê Civata Bilind ya Ewlekarîya Niştimanî, ku take karbidestê payebilind bû ku peyameke vîdyoyî belav kir. Tê de wî îdîa kir ku Amerîka berê bi rêya balyozxaneya Swîsrayê hatibû hişyarkirin ku eger êrîşek pêk were, dê bingehên wê werin armanckirin. Wî herwiha got ku bingehên Amerîkî li herêmê wek "axa Amerîkî" tên hejmartin, lê Komara Îslamî nêta wê nîne ku êrîşî welatên herêmê bike.

Ev îdîaya Larîcanî di demekê de tê ku vîdyoyên li ser medyaya civakî belav dibin nîşan didin ku piranîya mûşekên rejîma Îranê cihên sivîl wekî hotelên li derveyî Îranê armanc girtine.

Di nav peyaman de, Hesen Rûhanî, serokê berê, sersaxî bo mirina Xamineyî di nivîsekê de anî ziman û tekezî li ser pêwîstîya parastina "yekrêzîya netewî û aramîya civakî" di vê "kêlîka nazik" de kir.

Mohsin Rezaee, endamê Encûmena Parastina Berjewendîyên Sîstemê, ragihand ku ji niha û pê ve "mafê ti keştiyeke Amerîkî nîne ku bikeve Kendava Farisî" û bang li welatên cîran kir ku hêzên leşkerî yên Amerîkî ji axa xwe derxin, ji ber ku, li gor wî, ew "armanca Îranê" ne.

Amerîka û hevalbendên wê dibêjin ew nahêlin Komara Îslamî Tengava Hurmuz bigire.

XS
SM
MD
LG