Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Îranê Dijî Îsraîlê de Birîndarên Sivîl Hene

Îsraîlê îro Înê ragihand ku di 24 demjmêrên borî de 148 kes ji ber mûşekên Îranê birîndar bûne.

Li gorî Wezareta Tenduristîyê ya Îsraîlê, zêdetirî 6,500 kes birîndar bûne ji destpêka operasyonên Amerîka û Israîlê li dijî rejîma Îranê li 28’ê Sibatê ve. Wezaretê eşkere nekir ka qurbanîyên êrîşên Hizbullahê di nav van hejmaran de hene yan na.

Li Herêma Kurdistanê jî, raportên xwecihî dibêjin Pêncşemê bi şev bêtirî 20 êrîşên dronan li Hewlêra paytext pêk hatin. Ji destpêka şer ve, bêtirî 600 êrîşên mûşek û dronan ji alîyê rejîma Îranê û komên wê yên çekdar li Îraqê ve dijî bajarên Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Li Kuweytê, desthilatdaran got ku êrîşeke bi dronan li ser parzûngeheke petrolê ya Kuweytê roja Înê bû sedema agirekî li ser çend yekîneyên wê. Kompanîya Petrolê ya Kuweytê got ku di êrîşa li li Parzûngeha Mîna El Ehmedî de ti birîndar tune ne.

Kuweytê herwiha got ku roja Înê sibehê Îranê êrîşî bingeheke şêrînkirina avê kir û ziyaneke mezin gihand wê navendê.

Berevanîya asmanî ya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) roja Înê ragihand ku wê 18 mûşekên balîstîk, çar mûşekên krûz û 47 dronên ku ji Îranê hatine avêtin, pûç kirine.

Îmarat dibêje ku ji destpêka şer ve di êrîşên Îranê de 12 kes li Îmaratê hatine kuştin, di nav wan de du leşkerên welêt û karkerekî Mexribî. Wezareta berevanîyê herwiha got ku di êrîşan de zêdetirî 200 kesên din birîndar bûne.

Wezareta Berevanîya Erebistana Siûdî jî îro Înê ragihand ku wê şeş dron pûç kirine û ti birîndar tune ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG