Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dron û Mûşekên Îranê Welatên Herêmê Dikin Armanc, Hûsî jî Êrîşî Îsraîlê Dikin

Êrîşên rejîma Îranê li ser welatên herêmê didomin, di demekê de ku Hûsîyên Yemenê dibêjn wan bi mûşekan êrîş birine ser ser Îsraîlê.

Rejîma Îranê roja Çarşemê pêleke nû ya êrîşan li ser deverên welatên Kendavê destpê kirin. Êrîşên Îranê bû sedema pêketina agirekî li ser firokxaneya navneteweyî ya Kuweytê.

Herweha, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) ragihand ku perçeyên droneke xistî mêrek kuşt. Qeterê jî ragihand ku mûşekeke krûz li tankereke enerjîyê li nav avên Qeterê xist.

Rêvebirîya Giştî ya Firokvanîya Sivîl a Kuweytê ragihand ku êrîşên dronan ji hêla Îranê û komên çekdar ên ku piştgirîya wê dike ve hatine avêtin, li depoyên sotemenîyê yên Kompanîya Sotemenîyê ya Firokvanîya Kuweytê li firokxaneya navneteweyî ya Kuweytê xistine. Di encamê de agirekî mezin çêbûye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Kuweytê ser zarê berdevkê wê rêvebirîyê, Abdullah El Rajhî, ew wekî êrîşeke "bêşerm" binav kir. Karbidestan got ku ti birîndar û qurbanî tune ne.

Wezareta berevanîya Qeterê got ku Îranê sê mûşekên krûz avêtine welêt. Artêşa Qeterê du ji wan pûç kirin, lê ya sêyem li depoya sotemenîyê ya ku kompanîya dewletê QatarEnergy ket.

QatarEnergy piştrast kir ku ji 21 endamên tîma keştîyê ti kes birîndar nebûye, û ti bandorek li ser derdorê tunebû.

Ajansa nûçeyan a fermî WAM ya Îmaratê ragihand ku perçeyên dronên xistî li ser herêma el Rifaa ya bajarê Fuceyrayê ketin û welatîyekî Bangladeşî hat kuştin.

Berevanîya asmanî ya Îmaratê roja Çarşemê pênc mûşekên balîstîk û 35 dron pûç kirin. Bi vî awayî, ji destpêka şer ve hejmara giştî ya berevaniyê ku hatine kirin gihîştiye 438 mûşekên balîstîk, 19 mûşekên krûz û zêdetirî 2,000 dronan.

Wezareta Karên Hundir a Behreynê ragihand ku tîmên berevanîya sivîl agirê ku ji ber êrîşên Îranê li sîstema fîrmeke ku nasnameya wê nehatiye eşkerekirin, derketibû, vemirandin. Li Behreynê, hêzên berevanîyê got ku wê di 24 demjimêrên borî de çar mûşek û 19 dron pûc kirine.

Wezareta berevanîya Erebistana Siûdîkî ragihand ku wê piranîya dronên Îranî pûç kirine.

Di heman demê de, koma mîlîtan a Hûsîyan li Yemenê, ku ji alîyê Amerîkayê ve wekî komeke terorîst tê destnîşankirin, roja Çarşemê ragihand ku êrîşeke nû li ser Israîlê pêk anîye. Koma Hûsîya got ku wan êrîş bi hevkarîya Îran û Hizbullaha Libnanê pêk anîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG