Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Îranê li Dijî Welatên Herêmê Didomin

Îranê êrîşên xwe li ser welatên seranserê herêmê bi mûşek û dronan berdewam kirin. Di êrîşên dawî de Urdun, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat), Erebistana Siûdî û Îsraîlê hatin armanckirin.

Wezareta berevanîya Îmaratê îro Înê ragihand ku “6 mûşekan balîstîk û 9 dron ji Îranê hatin avêtin.”

Wezareta îmaratî herwiha li ser platforma X’ê got: "Ji destpêka êrîşên Îranê ve, berevanîya asmanî ya Îmaratê 378 mûşekên balîstîk, 15 mûşekên krûz û 1,835 dron pûç kirine."

Wê destnîşan kir ku di encama van êrîşan de du endamên hêzên çekdar ên welêt û herî kêm 9 sivîl hatine kuştin. Kesên ku hatine kuştin Filestînî, Hindî, Pakistanî û Bangladişî bûn. Herî kêm 171 kesên din jî birîndar bûn, ku qurbanî ji seranserê cîhanê ne.

Li deverên din ên Rojhilata Navîn, artêşa Urdunê roja Înê got ku wan 2 ji 3 mûşekan pûç kirine, mûşeka sêyem jî li rojhilatê welêt ketiye. Ti birîndar tune bûn.

Wezareta berevanîyê ya Siûdî jî roja Înê got ku piranîya dron û mûşekên balîstîk ên Îranî pûç kirine.

Li Îsraîlê jî, Îranê avêtina mûşekan bo wî welatî berdewam kir û bû sedema ketina li seranserê deverên sivîlan.

Artêşa Israîlê roja Înê ragihand ku wê li bajarê Yezdê yê Îranê li bingeheke çêkirina mûşek û mayînên deryayî kir armanc.

XS
SM
MD
LG