Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Îranê li ser Welatên Herêmê Didomin

Dewletên Kendavê roja Sêşemê ragihand ku êrîşên dron û mûşekan ji hêla rejîma terorîst a Îranê ve berdewam dikin.

Hikûmeta Kuweytê ragihand ku dronekê li tankereke petrolê ya Kuweytê li nêzîk beravên Dubey xist û bû sedema şewatekê. Di heman demê de ku bermahîyên ji mûşekên ku hatine pûçkirin bûn sedema birînên biçûk li Dubey û Erebistana Siûdî.

Ajansa nûçeyan a Kuweytê got ku êrîşa "gunehkar" a Îranê rasterast tankera petrolê ya El Selêmî roja Sêşemê li nêzîkî bendera Dubey armanc kir. Ew êrîş bû sedema pêketina agirekî ku endamên ekîbê paşê vemirandin bêyî ku birîndar hebin an rijandina petrolê bandorê li avên derdorê bike.

Hikûmeta Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) got ku berevanîya asmanî roja Sêşemê 12 mûşek û 36 dron ji Îranê hatine avêtin pûç kirine. Wê got ku bermahîyên wan mûşek û dronan ketin ser xanîyên li başûrê Dubey û bû sedema birîndarbûna sivik a çar kesan, di nav de du welatîyên Hindî, yekî Bangladeşî û yekî Srî Lankayî.

Wezareta Berevanîya Erebistana Siûdî jî roja Sêşemê ragihand ku çend mûşek û dronên Îranê hatine pûçkirin. Wezaretê got ku parçeyên dronekê ku hatiye xistin li parêzgeha El Xerc ya navendî ket û bû sedema du birîndarbûna du kesan û gihandina ziyanan bo çend mal û otomobîlan.

Li alîyekî din, Îsraîlê got ku çar leşkerên wê roja Duşemê di gulebarankirineke terorîstên Hizbullahê de li başûrê Libnanê hatin kuştin. Ev bûyera herî kujer a şerê Îsraîlê li Libnanê bû ji dema ku wê leşker veguhestine başûrê Libnanê wê di destpêka vê mehê de. Operasyonên Îsraîlê li Libnanê bersivek in hember êrîşên rokêtan yên Hizbullahê ber bi Îsraîlê ve.

Ajansa nûçeyan a dewletê ya Libnanê ragihand ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê li ser çend bajarên başûrê welêt roja Sêşemê çar kes kuştin û çendên din jî birîndar bûn. Ajansê diyar nekir kî ji van kuştîyan leşker in û kî jî sivîl in.

Neteweyên Yekbûyî got ku teqînek roja Duşemê li karwaneke Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Libnanê (UNIFIL) li nêzîkî bajarokê Benî Hayyan yê başûr pêk hat. Di encamê de du aştîparêzên Endonesyayê hatin kuştin, du kesên din birîndar bûn û otomobîlek wêran bû.

Rojekê berê wê, aştîparêzekî din ê Endonesyayê hate kuştin dema ku mûşekek li bingeha UNIFIL li Teybe ket.

Neteweyên Yekbûyî êrîşên du rojan li pey hev ên li dijî aştîparêzên UNIFIL li dema pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê şermezar kir û got ku ew bûyeran vekolîn dikin da ku diyar bikin kî berpirsiyar e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG