Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Ewropiyên Ku Îranê Ew Berdan, Gihîştin Welatên Xwe


Girtîyê azadkirî Thomas Kjems
Girtîyê azadkirî Thomas Kjems

Welatiyekî Danîmarkî û 2 welatiyên Nemsayî-Îranî yên ku ji girtîgehên Tehranê hatin berdan, roja Şemiyê gihîştin welatên xwe, piştî zincîreya dawî ya bihevguhertina girtiyan.

Sê Ewropî roja Şemiyê danê sibê daketin firokxaneya leşkerî ya Melsbroek li derveyî Brukselê.

Ew ji Mesqetê, paytexta Omanê, ku alîkariya berdana wan kir, çûbûn wir.

Wezîra Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbîb ligel dîplomatên Danîmarkî û Nemsayî li firokexaneyê pêşwaziya wan kir.

Serbestberdana hersêyan, û herwiha ya xebatkarekî alîkariyê yê Belçîkayî hefteyek berê, beşek ji bihevguhertina girtiyan bû ku tê de Tehran dîplomatekî Îranî yê ku li Belçîkayê bi tawanên terorîzmê girtî bû, vegerand.

Vienna bi dilxweşî pêşwaziya berdana her du welatiyên xwe yên bi navên Kamran Ghaderi û Mesûd Mossaheb kir, yên ku wê got ku "bi neheqî" ji aliyê Îranê ve di Çileyê 2016 û Çileyê 2019 de, hatibûn girtin.

Wezîrê derve yê Nemsa Alexander Schallenberg spasiya Belçîkayê kir û got: "Hewldanên me yên dîplomatîk ên bi salan ji bo azadkirina wan meyweyên xwe dane... Îro ji bo me hemûyan rojek pir hestbar e."

Berdevka wî Claudia Tuertscher ji AFP re got, Ghaderi û Mossaheb roja Şemiyê derdora demjimêr 11:30 ji Belçîkayê gihîştin firokxaneya Viennayê, li wir ji hêla malbatên wî û Schallenberg ve hatin pêşwazîkirin.

Zilamê Danîmarkî yê bi navê Thomas Kjems, demjimêr dora 11:00ê sibê bi dema herêmî daket firokxaneya Copenhagen û ji rojnamevanan re got ku li Îranê bi başî danûstandin bi wî re hatiye kirin, bêyî ku rastî îşkenceyê were.

Li gorî serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo, Kjems di Mijdara 2022an de li Îranê li kêleka xwepêşandaneke ji bo mafên jinan hatibû girtin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG