Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Piştî Êrîşa Kujer ya li Kirmanê Soza Tolhilanê Dide


Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û Cîgirê Yekê yê Serokomarê Îranê Mihemed Moxber îro Pencşemê ser peqînên bajarê Kirmanê da.

Di peqînên roja Çarşemê ya di salvegera çaran ya yadkirina Qasim Silêmanî de, li nêzî gora wî du peqîn çêbûbûn û herî kêm 103 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Moxber îro piştî serdana birîndarên êrîşê li nexweşxanê soza tolhildanê da û got ku ewê bi destê leşkerên Silêmanî tolhildaneke pir xurt nîşan bidin.

Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê îro bi daxuyanîyeke nivîskî êrîş wek kiryareke terorî bi nav kir.

"Êrîş bi armanca têkbirina ewlehîyê û dijî hezkirin û dilsozîya kûr ya gel ya jibo Komara Îslamî ye," daxuyanî got.

Pasdarên Îranê herwiha dîyar kir ku êrîş vîna wan ya cezakirina tawankaran xurt dike.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî êrîş wek tawaneke hovane û nemirovane bi nav kiribû.

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî jî soza tolhildanê dabû.

Heta niha ti kes yan rexistinê berpirsîya êrîşê hilnedaye ser xwe.

Karbidestekî payebilind yê rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden ji Reutersê re got ku ew peqîn dişibe êrîşên terorîstî berê yên yên Dewleta Îslamî (DAIŞ).

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG