Wezareta Berevanîya Erebistana Siûdî roja Yekşemê ragihand ku hêzên berevanîya esmanî du dronên ku ji alîyê Hûsîyan ve ji Yemenê hatibûn şandin, li ser herêma Meke ya rojavayê welêt rawestandin û hilweşandin.
Li gorî daxuyanîya wezaretê, agagîyên derbarê zirarên êrîşan demûdest nehatine eşkerekirin.
Ev bûyer di demekê de tê ku girjîyên di navbera Erebistana Siûdî û Hûsîyan de berdewam dikin.
Di rojên dawî de, çend êrîşên bi mûşek û dronan li dijî axa Erebistana Siûdî hatine ragihandin.
Hûsîyan gelek caran îdîaya armancgirtina bajarên Meke û Medîneyê red kirine û gotine ku operasyonên wan li dijî cihên leşkerî û stratejîk in.
Li alîyekî din, roja Yekşemê 15'ê Mijdarê, Hêzên Berevanîya Behreynê ragihand ku wan hejmareke êrîşên Îranê yên bi dron û mûşekan bo ser axa welêt astengkirine û têkbirine.