Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûhanî: Îran Dê di Hefteyên Pêş de Dest bi Vaksînan Bike


Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro şemîyê got dê Îran di hefteyên pêş de dest bi vaksînên COVID-19 bike. Îran bi hejmara keys û miriîyên koronayê, welatê yekem ê Rojhilatê Navîn e.

Rûhanî di axaftineke televizyonî de got,”vaksînên biyanî pêwîstin heta ku yên xwecihî amade dibin.” Lê wî negot çi vaksînên biyanî dê werin bikaranîn.

Demekê berê vê mehê serkirdeyê bilind ê Îrasnê Ayetullah Elî Xameneyî, ku desthilata herî bilind a Îranê ye, wergirtina vaksînan ji Amerîka û Birîtanya qedexe kir û got ew herdu welat hewl didin ku vîrus li welatên din belav bibe.

Rûhanî bi xwe jî, wek pêgirî bi qedexekirina Xameneyî, wê demê got ku hikûmet dê “ vaksînên biyanî yên silamet” bikire.

Îranê meha borî dest bi têstên dayîna vaksîneke xwecihî kir li ser mirovan û got ku renge ew alîkar be di têkbirina vîrusê de.

Axaftinên Rûhanî tên di demekê de ku cezayên Amerîka li ser Îranê bandor dane ser şîyanên Îranê yên hawirdekirina vaksînan ji derveyî welêt.

Welatê Kûba demekê berê vê mehê bal kişand ser rêkeftinekê li gel Tehranê ji bo şandina teknolojîya vaksîna xwe ya kandîd û herî pêşketî bo Îranê.

XS
SM
MD
LG