Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Karanîna Hin Maşînên Pêşketî yên Petandina Uraniumê Radighîne


Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Şemîyê bi boneya roja niştimanî ya teknolojîya navokî, çavdêrîya berdana hin amûrên pêşketî yên petandina Uraniumê li îstgeha navokî ya Natnaz kir û dupat kir li ser pêgirîya Îranê bi belavnekirina çekên navokî.

Îranê gelek bendên rêkeftina 2015an yên girêdayî çalakîyên wê yên navokî binpê kirine, wek bersiv bo vekişîna serokê berê yê Amerîka Donald Trump ji rêkeftinê di sala 2018an de.

Amerîka û Îranê vê hefteyê li Vienna helwestên tund nîşan dan di axaftinên ne rasterast de li dor çonîtîya vegera nav pêgirîyên temam bi pîvanên rêkeftina navokî.

Vîdyoyeka zindî li ser televizyona dewletê hate belavkirin ku nîşan da Rûhanî fermana berdana gasa Uraniumê bo 164 amûrên petandin yên IR-6, 30 amûrên IR-5 û têstên mîkanîkî li ser maşînên IR-9 li gel şîyana 50 maşînên IR-1 ku renge binpêkirineke nû be di rêkeftinê de.

Televizyona dewletê got ku di rêweresmê de perde ji ser 133 pêşketinên salekê rakir, li dor pîşesazîya welêt ya navokî ku piranîya wan di warên tenduristî û wize û çandinîyê de bûn.

Rûhanî got ku çalakîyên wan yên navokî ew aştîyane ne û ne ji bo mebestên leşkerî ne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG