Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Red Dike ku Muşeka Balîstîk Daye Rûsyayê


Wezîrê Derve yê Îranê Abas Araqçî îro Çarşemê got ku Tehranê ti muşeka balîstîk nedaye Rûsya.

Araqçî ji X’ê dîyar kir ku toleyên ku Amerîka û sê dewletên Ewrupa dijî Îranê ragihandine kêşeyan çareser nakin.

‘’Amerîka û E3 careke din bi îstixbarat û mantiqên şaş tevdigerin. Îranê muşeka balîstîk nedaye Rûsya. Xilas. Tole ne çareserî, lê beşek ji pirsgirêkan in.’’

E3, sê dewletên Ewrupî ne ku ew Brîrtanya, Almanya û Fransa ne.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Sêşemê got ku Rûsya ji Îranê muşekên balîstîk sitandine û dîyar kir ku hêzên Rûsî dikarin wan heta çend hefteyan li Ukrayna bi kar bînin.

Blinken hişyarî da ku hevkarîya Moskow û Tehranê dijî ewlekarîya Ewrupa gefan çêdike.

Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa roja Sêşemê dijî Îranê tole û tedbîrên nû ragihandin.

Kremlînê îro Çarşemê ragihand ku nûçeyên dîyar dikin ku Îranê muşekên balîstîk dane Rûsya ne rast in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG