Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Piştrast Dike ku 'Name' ji Hikûmeta Nû ya Sûriyê Wergirtîye


Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Îranê îro Şemiyê got ku wê peyam ji hikûmeta nû ya Şamê wergirtine piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed hevalbendê wê yê demdirêj yê Sûrî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan ya IRNA, nûnerê taybet yê Têhranê yê karûbarên Sûriyê Muhemed Riza Reûf Şeibanî got: Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî nerasterast bi Şamê re di peywendiyê de ye.

Dîplomatê Îranî got ku wan "peyam" ji Sûriyê wergirtine, lê welatê navbeynkar ku danûstandinê hêsan dike diyar nekir.

Li gorî rapora IRNA, Şeibanî bersiva pirsyarekê derbarê gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Sûriyê, Esed Şeibanî, derbarê peywendiyên digel Îranê da.

Şeibanî got: "Nêrîna me li ser geşedanên li Sûriyê û vegerandina peywendiyan bi Şamê re di girêdayî siberojê ye," û tekez kir ku Îran "bi baldarî" çavdêriya rewşa Sûriyê dike.

Îran, ku hevalbendek nêzîk yê rejîma Esed e, nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Sûriyê di Kanûna Yekem de vala kir dema ku hêzên serhildayan, bi serokatiya serokê niha yê demkî Ehmed el-Şeraa, hikûmeta Esed hilweşand.

Şeraa di Kanûna Duyem de got ku Sûriye "bêyî têkiliyên bi welatekî herêmî yê girîng wek Îranê re nikare berdewam bike".

Wî got jî ku peywendiyên di navbera Şam û Tehranê de "divê li ser bingehê rêzgirtina ji serweriya her du welatan û nedestwerdana di karûbarên navxweyî yên her du welatan de bin".

Îranê di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de alîkarî pêşkêşî Esed kiribû.

Şeibanî, ku berê balyozê Îranê li Sûriyê bû, helwesta Tehranê dubare kir ku "Siberoj û çarenivîsa" Sûriyê divê tenê ji aliyê Sûriyan bixwe ve were biryar dan.

Herwaha got: “Aramiya Sûriyê û aştiya Sûriyê ji bo me giringiyek taybet e û em li dijî her destwerdana derve di karûbarên vî welatî de ne”.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG