Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Sêdaredan Dom Dike di Yek Roj de 7 Kes Tên Sêdaredan


Bangên Navnetewî jibo rawestandinan haletên sêdaredanan li Îranê
Bangên Navnetewî jibo rawestandinan haletên sêdaredanan li Îranê

PARIS - Ajansa AFP li gor rêxistinên Mafên Mirov (NGO)'an ragihand ku Îran di yek roj de 7 kes sêdaredan ku di nav de du jinan hene.

Îran roja Şemiyê herî kêm heft kes, di nav wan de du jin, bi dar ve kirin, di heman demê de endamek ji kemaniya cihû ya welêt di xetera îdamê de ye ji ber ku komara Îslamî haletên sêdaredanê zêde kirine.

Rêxistinên mafên mirov yên ku derbarê binpêkirinên li Îranê raporan diweşînin ragihandin, ku rejîma Îslamî ya Îranê serê sibeya roja Şemiyê 7 kes, li girtîgehên Urmiye, Selmas û Neyşabûrê bidarve kirin ku di nav de 2 ji wan jin in.

Rêxistinên mafên mirov dibêjin, 6 girtî roja Pêncşemê bo hucreyên takekesî yên girtîgehên navendî yên Urmiye û Selmasê hatin veguhestin û sibeha roja Şemiyê cezayên wan cibicîkir.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê diyar kir, Fatima Ebdullahî ku bi sûcdariya "kuştina bi plankirî" cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li girtîgeha Neyşabûrê hatiye bicihkirin.

Li gorî rêxistina mafên mirov Hangaw û tora mafên kurdistan, navê wan girtiyan ku hatine dardakirin wehane; Parvîn Mûsewî (50 salî), xelkê Merexê, Ezxer Hacîzade (47), xelkê Selmasê, Mensûr Nasirî (45) ji bajarê Bûkanê, Yûsif Seîdî (32) ji Urmiyê û Parvîz Qasimî, 35 salî xelkê Urmiyê û Ramîn Lundpûr 27 salî xelkê Urmiyê bi tometa bazirganiya madeyên hişber hatin girtin û cezayê darvekirinê li wan hat birîn.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê sala borî bi îdamkirina herî kêm 22 jinan bûye mezintirîn qatilê jinan li cîhanê.

Berdewamiya haletên sêdaredanê li Îranê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve bûye cihê "Nîgeraniyê", li gorî raportên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan, Îran di yek ji welatên rêza herî pêşe yên cîhbicîkirina sêdaredanan.

Jêder: AFP/France 24/Hengaw

XS
SM
MD
LG