Bo cara yekê di nav heft salan de, îro Çarşemê balyozxaneya Îranê li Erebistana Saudî derîyên xwe jinûve vekirin.
Ev gav beşek ji rêketinekê ku herdu welatan peywendîyên xwe dîsa vejînin piştî çend salan ji nakokîyên girêdayî rewşa herêmî, bi taybet jî hinek şerên ku li Rojhilata Navîn qewimîne.
Derîyê balyozxaneya Îran li Rîyadê hatin vekirin piştî ku wezareta derve ya Îranê ragihand ku şandeke teknîkî gihiştîye Erebistana Saudî.
Berdevkê wezareta derve ya Îranê, Nasir Kenanî bi daxuyanîyekê got ku ev şanda Îranê dê gavên pêwîst bavêje da ku balyozxaneyê li Rîyad û konsulxaneyê li Jedayê veke.
Mîsyona dîplomatîk ya Îranê li Erebistana Saudî ji 2016’an ve hatibû girtin, piştî ku Saudîyê peywendîyên xwe bi Îranê re birîbû jiber êrîşekê ser wê li Tehranê. Êrîş reaksyon bû piştî ku Erebistana Saudî melayekî Şîa sêdare kiribû.
Peywendîyên her du welatan piştre xirabtir bûn dema ku Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) dest bi kempeyneke leşkerî dijî mîlîtanên Husî li Yemenê kirin. Îran piştgirîya Husîyan li Yemenê dike.
Lê meha borî, her du dewletên rikarber bi navbeynkarîya Çînê kom bûn û li hev kirin ku êdî girjîya diplomatîk di nav xwe de rakin.
Şandeke Saudî jî dawîya hefteya borî gihiştibû Îranê bi mebesta ku balyozxaneya welatê xwe li Tehranê û konsulxaneya li bajarê Meşhedê careke din vekin.
Jêder: Reuters