Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Erebistana Saûdî li Tehran Piştî 7 Salan Dest bi Kar Dike


balyozxana Erebistana Saûdî li Tehran
balyozxana Erebistana Saûdî li Tehran

TEHRAN — Li gor medyaya fermî ya Îranê, roja Çarşemiyê balyozxaneya Erebistana Saûdî li Tehranê dîsa dest bi karên xwe kir. Ev jî piştî başbûna têkiliyên di navbera Erebistana Saûdî û Komara Îslamî ya Îranê de hat, piştî heft salan ji girtina ofîsên nûneratiyên her du welatan.

Rêberên her du welatan li hev kiribûn ku têkiliyên dîplomatîk ji nû ve bidin destpêkirin û balyozxaneyên xwe ji nû ve vekin piştî ji ku peymaneke ji nişka ve li Adara borî bi navbeynkariya Çînê qutbûna têkiliyaên her du welatan yên 7 salan bidawî anî.

Erebistana Saûdî têkiliyên xwe bi Komara Îslamî re di sala 2016an de qut kirbûn, piştî ku xwenîşanderên Îranî êrîşî balyozxaneya wê li Tehranê û konsulxaneya wê li Meşhedê kirin, ji bo protestokirina li dijî darve kirina kesayetiyê Şîa mezheb yê naskirî Nimr el Nimr ji aliyê Riyadê de.

Ajansa nûçeyan ya fermî ya Îranê, IRNA, ji zarê "çavkaniyek agahdar" di Wezareta Derve ya Îranê de ragihand ku "Balyozxaneya Erebistana Saûdî li Tehranê 3 roj berê bi fermî dest bi karên xwe kiriye."

Di vî warî de ji Riyadê ti daxuyanîyeke fermî derneket.
Di meha Hezîranê de, Îranê balyozxaneya xwe ya li Riyadê ji nû ve vekir, di merasîmekê de ku tê de ala bilind kirin.

Medyaya Îranê pêştir sedema derengketina vekirina balyozxaneya Erebistana Saûdiyê bi rewşa xirab ya avahiya ku di xwepêşandanên sala 2016an de zirar dîtibû, nîşan dabûn.

Ajansa nûçeyan ya Fransî 'AFP', li gor raportên medyayî, ragihand ku heta bidawîhatina xebatan, dîplomatên Saûdî dê li cihên ewle li otêlek luks li Tehranê kar bikin.

Di 10ê Adara borî de, Îran û Erebistana Saûdî lihevkirinek bi destpêşxeriya Çînê pêkanî, ji bo vekirina balyozxaneyên xwe û cîbicîkirina peymanên hevkariya aborî û ewlehiyê yên ku zêdetirî 20 sal berê îmze kiribûn.

Jêder: AFP/Ajansên Cîhanî

XS
SM
MD
LG