Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ew Hîn jî Hewla Kuştina Trump Dide


General Amirali Hacîzade, fermandarê yekîneya esmanî ya Pasdarên Îranê
General Amirali Hacîzade, fermandarê yekîneya esmanî ya Pasdarên Îranê

Generalekî Îranî hişyarî da ku welatê wî hîn jî hewl dide serokê berê yê Amerîka Donald Trump û wezîrê wî yê derve Mike Pompeo bikuje, ji bo tolhildana kuştina Qasim Silêmanî.

Tehranê çendîn caran soza tolhildana kuştina Suleymanî, berpirsê operasyonên derve yên Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî, di êrîşeke dronan ên Amerîkayê de li firokexaneya Bexdayê di Çileya 2020an de, daye.

General Amirali Hacîzade, fermandarê yekîneya esmanî ya Pasdaran, derengî Înê di televizyonê de got, "Em hêvî dikin ku em bikarin Trump, Pompeo, generalê berê yê Amerîkî Kenneth McKenzie û fermandarên leşkerî yên ku fermana kuştina Silêmanî dane, bikujin.

Trump fermana êrîşê dabû wek bersivdana çend êrîşên li ser berjewendiyên Amerîka li Iraqê ku rêveberiya wî Îran tawanbar kiribû.

Piştî çend rojan, Îranê bi mûşekan êrîş bir ser baregeheke esmanî ya Amerîkî li Îraqê ku tê de leşkerên Amerîkî hebûn. Kes nehat kuştin, lê Waşinton got ku bi dehan kes tûşî ziyana mêjî bûne.

Amerîka û hevbendên wê çendîn caran dilgiraniya xwe derbarê bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê û herwiha rola wê ya “jinavbirina aramiyê” li Rojhilata Navîn nîşan dane.

Di axaftina xwe ya televizyonî de, Hacîzade got ku Îran "niha dikare keştiyên Amerîkî li dûrahiya 2,000 kîlometran bixe".

Generalê Îranî got: "Me ev sînorê 2 hezar kîlometran ji bo rêzgirtina ji bo Ewrupiyan daniye û em hêvîdar in ku Ewrupî xwe layîqê vê rêzgirtinê nîşan bidin."

Roja Şemiyê, televizyona dewleta Îranê vîdyoyek belav kir ku tê gotin ew "Mûşeka Kruzê ya Paveh a bi asta 1,650 kîlometran ya ku ji aliyê Pasdaran ve hatiye çêkirin, nû hatiye eşkerekirin.

Weşana fermî roja Înê ragihand ku renge Îran sîstema mûşekî ya 15-Xordadê ya erd bo esîmanî bide Sûriyê da ku ew welat karînên xwe yên berevaniyê "xurt bike".

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG