Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Kes li Londonê bi Tawanbarîya Sîxurîya ji bo Îranê Têne Girtin

Polîsên Brîtanî dibêjin ku wan çar kes bi tawanbarîya sîxurîya ji bo Îranê û şopandina cih û kesên girêdayî civaka Cihûyan li Londonê girtine.

Ev girtin piştî lêpirsînên li ser çalakîyên gumanbar li hin deverên bajêr pêk hat.

Polîs got ku yek ji wan kesan welatîyê Îranê bû û sê yên din jî welatîyên Brîtanî û Îranî bûn. Ev kes piştî operasyonên polîsan li herêma Barnet a bakurê Londonê û bajarokê Watford hatin girtin.

Serokê polîsên Londonê got ku ev girtin beşek e ji lêpirsîneke demdirêj a ji alîyê Xizmeta Polîsên Metropolitan ve.

Polîs got ku temenê wan di navbera 22 û 55 salî de ye. Şeş zilamên din jî bi tawanbarîya alîkarîya gumanbarekî di heman operasyonê de hatin girtin.

Di salên dawî de, qanûndaner û ajansên ewlehîyê yên Brîtanî bi berdewamî hişyarî li dor gefên ewlehîyê yên bi Îranê ve girêdayî dane.

Lêkolînên polîsan ên li ser dozê berdewam dikin û tu hûrgulîyên din li ser tawanbarîyên pêşbîn nehatine weşandin.

XS
SM
MD
LG