Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Îranê ser Hewlêrê Didomin

Hewlêr
Hewlêr

Hejmareke dron û mûşek îro Yekşemê li esmanê paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, hatin xistin û dengê peqînên bihêz hatin bihîstin. Sîstema berevanîya esmanî li Hewlêrê êrîşên hatine kirin pûç kirine.

Rojnamevan Ebdulhemîd Zêbarî, ku li Hewlêrê dimîne, ji Dengê Amerîka, "êrîşên ku du roj in li ser Hewlêrê dom dikin, lê êrîşa îro Yekşemê êvarî ya herî bihêz bû."

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro ragihand ku firokxaneya Hewlêrê ya navnetewî yek ji hejmareke armancên sivîlan bû ku rejîma Îranê di van du rojan de kiriye armanc.

Rojnamevan Zêbarî dibêje nayê zanîn ka ew êrîş dron in yan jî mûşek in, lê sîstema berevanîya esmanî piranîya wan êrîşan pûç derxistine û dûman ji hin herêmên Hewlêrê bilind dibe.

Wî got “Niha jî dûmaneke mezin tevî pêlên agir ji herêmeke ber dîwarê firokxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê rojhilatê ve bilind dike û pêlên agir jî tên dîtin.”

Li gor vîdyoyên ku di medya civakî de hatine weşandin, diyar dibe ku bermahîyên dronekê yan jî mûşekekê li Kolana 120 Metrî ya Hewlêrê ketine xwar, dûman jê bilind dibe.

Rojnamevan Zêbarî got: “Ya rastî nayê zanîn ka ew êrîş bi dronan yan mûşekan tên encamdan, lê pergala beravnîya esmanî rêgiriyê li wan dike û piranî li esmên tên pûçkirin.”

Ji dema destpêkirina operasyona Amerîkî ya Hêrsa Dastanî ser rejîma Îranê, bajarê Hewlêrê jî weke bi dehan herêmên din li Rojhilata Navîn bûye armanca mûşek û dronên Îranê û grûpên alîgirên wê yên li herêmê.

Li Hewlêrê bingeheke hêzên hevpeymanîya navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka heye. Ew bingeh li tenişt firokxaneya Hewlêr ya navnetewî ye.

XS
SM
MD
LG