Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Kesê Swîsreyî yê li Girtîgehê Xwe Kuştî Wêneyên 'Bingehek Leşkerî' Kişandine


Dadweriya Îranê roja Çarşemê ragihand ku girtiyekê Swîsreyî ku vê mehê jiyana xwe ji dest dabû, ji ber "wêneyên cihekî leşkerî yên qedexekirî kişandiye" hatbû zîndankirin.

Roja 9ê Çile, dadweriya Îranê ragihand bû ku welatiyekî Swîsreyî ku bi sîxuriyê tê sûcdarkirin, di zindana bajarê Semnanê de xwe kuştiye.

Der barê çawaniya xwe kuştina û şert û mercên girtina welatiyê Swîsreyî de wê demê ti agahî nehatbûn dayîn.

Rojekê şûnda Swîsre mirina welatiyê xwe yê ku weke zimaekê 64 salî û weke turîst serdana Îranê kirîye piştrast kirbû.

Rayedarên Swîsreyî ragihand ku ew welatiyê wan li başûrê Afrîkayê dijiya û nêzî du 20 salan bû ku li Swîsreyê derket bû, bêyî ku zêdetir pêzanîna bidin û nasnam wî bidin naskirin.

Roja Çarşemê, Berdevkê Dezgeha Dadwerî ya Îranê Esxer Cîhangîr hûrgiliyên zêdetir pêşkêş kir û got ku ew zilam li Namîbyayê ji dayik bûye, nasnameya Swîsreyê hebûye û di Îlon an Cotmeha borî de derbasî Îranê bûye.

Cîhangîr di preskonferansekê de got: "Ew di meha Mêhrê ya Îranê de wek geştyar derbasî welatê me bû û otombîleke taybet bi alavên teknîkî yên cihêreng bi wî re bû."

"Piştî ku ew di çend parêzgehan re derbas bûye, ew gihîşt parêzgeha Sêmnanê, li wir ji ber kişandina wêneyan li cihekî leşkerî yê qedexekirî hat girtin," Cîhangîr got.

Cîhangîr dîsan got ku ew kes bi hevkariya bi "hikûmetên dijmin" re hatiye sûcdarkirin.

Cîhangîr got, di 9'ê Kanûna Duyê de, girtî karibû ku kehreba hucreya xwe bibire û xwe bikuje, ku ciyê xwe lê kuştî dikeve "derveyî herêma ku kamêra dikare tomar bike."

Berdevk her wiha got, termê wî bo Tehranê hatiye veguhestin û ji bo vegerandinê radestî balyozxaneya Swîsre hatiye kirin.

Gelek Ewropî li Îranê girtî ne, ku di van salên dawî de bi hikûmetên rojavayî re gelek pevguhertina girtiyan pêk hatiye, ku pir caran bi navbeynkariya Oman yan jî Qeterê pêkahtine.

Di nav wan de jin ê mêrek Fransî, Cecile Kohler û Jacques Paris hene, ku di Gulana 2022'an de bi tawana sîxuriyê hatb[n girtin, ku li Îranê cezayê wê tawanê darvekirine.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG