Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Ser Balyozxaneya Îranî ya Şamê Tevgera Leşkerî û Diplomatîk Zêde Dibe


Êrîşa li ser balyozxaneya Îranê li Sûrîyê bû hokar ku tevgerên diplomatîk û leşkerî li Sûrîyê û herêmê zêde bibe û li roja 8 meha Nîsanê wezîrê derve yê Îranê di serdaneke aşkere de gihîşte Şama paytext.

Gelo tevgera dîplomatîk amadekerîya bersîvê ye?

Li gorî raporên ji Şamê, Amîr Abdullahuan wê danûstandinan ligel berpirsên Sûriyê bike. Serdna Abdullahuan yekem seredana karbidestekî pilebilind ê Îranê ye piştî êrîşa asmanî li ser balyozxaneya Îranê li Şamê.

Hin çavdêr bawer dikin ku bersîva Îranê ser êrîşê dê piştî serdanê dîyar bibe.

Rojnamevan Ebdihelîm Silêman dibêje ku Îran wê êrîşa ser balyozxaneya xwe li Sûrîyê bê bersîv nehêle.

"Piştî êrîşa Balyozxaneyê, Îran wê rasterast bersîva Îsraîlê nede, wê bersîvê bi rêka mîlîsên xwe bide," Silêman got.

Êrîş ser bingehên koalisyonê berdewam in

Roja Yekşemê 7 Nîsanê mûşekek li derdora bargeha Konîko li gundewarê bakurê Dêrezorê ku hêzên koalisyon û HSDê lê dimînin, ket.

Jêderên xwecîhî ji Dengê Amerîka re got kir ku piştî ketina mûşekê dûman ji derdora binghê bilind bû.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) ev agahî tekez kir.

Li gorî raporan, mûşekek berîya bighêje armanca xwe bi çekên parastina ezmanî li bingehê hat xwarê.

Koma mîlîsên nêzîkî Îranê ya bi navê "berxwedana Îslamî" bi daxuyanîyekê li ser Telegramê ew êrîş girt ser milê xwe.

Do Yekşemê her wiha êrîşek bi dironê ji alîyê mîlîsên bi ser Îranê ve li derdora bingeha Tenef li ser sînorê Sûrîyê bi Urdunê re pêk hat û ew ji alîyê koalisyonê ve hat xistin.

"Berîya bighêje armanca xwe ji alîyê çekên parastina ezmanî yên Amerîkî ve hat xistin" jêdereke ji Artêşa Sûrîya Azad ji Dengê Amerîka re got.

Rêvebirê SOHRê Ramî Abudrehman ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku her du êrîş hemdem bûn, û ji alîyê mîlîsên girêdayî Îranê ve pêk hatin.

"Di Sibata bûrî de Îranê ferman da mîlîsên xwe ku êrîşên xwe li dijî bingeha Amerîka li Sûrîyê rawestîne, her du êrşên ser Tenef û Konîko piştî demek bêdengî hat, lê dibe ku berdewam bikin"Ramî Abudrehman got.

Amerîka bingehên xwe li Bakurê Sûrîyê bi hêz dike

Karbidestekî Amerîkî roja Îna borî got ku Amerîka di hişyariyeke bilind de ye li dor êrîşeke pêkan ji alîyê Îranê ve bo ser samanên Îsraîlî yan Amerîkî li herêmê dike, wek bersîvdana êrîşa li ser balyozxaneya Îranê li Sûrîyê.

SOHR got ku Roja Şemîyê êrvarî firokeke barhilgir ya Amerîkî ku alavên leşkerî û lojîstîk hilgirtibû, li baregeha Xerab el-Cir li gundewarê Rimêlan li bakurê Hesekê danî.

"Hêzên Amerîkî piştî êrîşa ser balyozxaneya Îranê li Sûrîyê, bingehên xwe li herêmê bihêz dike," Rêvebirê SOHRê ji Dengê Amerîka re got.

ZO_04_08_2024_Iran_Syr_Isr
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00
XS
SM
MD
LG