Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Îdiayên Êrîşa Kîmyayî li Sûriyê Bihaneye bo Kiryareka Leşkerî ya Amerîka


Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA ragihand ku wezareta derve ya welêt êrîşa kîmawî li Gûta Rojhilat a Sûrî şermezar kir û got armanca idîaayên êrîşê ewe ku rê veke ji bo kiryareka leşkerî ji aliyê Amerîka ve.

Ajansê ji ser zimanê peyvdarê wezaretê Behrem Qasimî ragihand ku dibêje” idîaayên wiha ji aliyê Amerîka û hin welatên Rojava ve ew nişana pîlaneka nûye ku rê bide kiryareka leşkerî dijî Sûriyê û hikûmeta Sûriyê.”

Wî her wiha got di demekê de ku artêşa Sûriyê serkeftin wergirtiye li dijî”terorîstên çekdar” bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê hikûmetê ve bê wateye û Sûriyê hevrêzî li gel Neteweyên Yekgirtî kiriye ji bo nehêştina çekên xwe yên kîmawî.

XS
SM
MD
LG