Gemiya barî ya pertrola Îranê ku, di nav derya Rojhilata Çînê de tevî gemiyek din lihev ket bûn. Rastî agir pêketinê hat bû, roja Sêşemê jî, şewitîna gemiyê ya berdewam bû. Ev gemî, Sê rojan berê ligel gemiyek barhilgira Çînê li peravên rojhilata Çînê rastî rûdanekê hat bû.
Wezîrê veguhastina Çînê roja Sêşemê got, ew dê bizavên agir vemirandinê berdewam bikin, ji layê belemên li hawar çûnê ve li ser Tankera Sançi ya ji layê Panama ve hatiye tomar kirin, her weha lêgerîna li pey karker û sernişînên wê ku di windane tê berdewam kirin, lê ji sedema nebaşiya rewşa seqayê weke bayek bi hêz, pêlên xort û dûkelek jehrawî ya tankera têkşikayî lêgerîn rastî astengiyan tên.
Çîn, Koreya Başûr û hêza deryayî ya Amerîka gemî û balefir hinartine da ku, di lêgerîna li pey karmendên winda di nava deverek 900 mîlên deryayî de alîkariyê bikin.
Wî wezîrî got ku, roja Duşemê karmendên li hawar çûnê termek nenaskirî li nêzîk cihê bûyerê vedîtine ku tê bawir kirin yêk ji 32 endamên tîma karmendên berze yên wê gemiyê be ku 30 ji wan Îranî û du jî Bengladeşî ne.
Karbidestên Çînî, sibeya roja Duşemê dabûn zanîn ku, gemiya petrolê, rastî gefa teqîn û niqom bûn tê, ev jî weke huşdarî û îşareteke bi egera çêbûna karesatek jîngehî.
Gemiya Sançî ji Îranê ber bi Koreya Başûr ve diçû, 136,000 tonên sêcarkî yên petrola xav bi xwe re hilgritibûn, gemî demê xwe bi gemîya barhilgira CF Crystal a Hong Kongê de kêşay, ew nêzîkî 257 kîlometran dûrî peravên Shanghai bû. Hêjî nayê zanîn ka sedema wê bûyera pêkdadanê çi bû.
Bûyer roja Şemiya bûrî pêkhat bû, ev duyemîn têkşikana gemiyên ser bi Kompaniya Tankera Nîştimaniya Îranê ye di midehê kêmtirî sal û nîvekê de.