Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêleke Nû ya Xwepêşandanên Dijî Hikûmeta Îranê Belav Dibe

Iran Protest
Iran Protest

Pêleke nû ya xwepêşandanên dijî hikûmetê ku ji alîyê xwendekarên çend zanîngehên Îranê ve roja Şemîyê dest pê kirbûn, niha li kampusên din jî belav bûye. Dîmenên ku ji alîyê hin ajansên navnetewî ve hatine piştrastkirin, berdewamîya van xwepêşandanan nîşan didin.

Ev yekem xwepêşandanên mezin in li welêt piştî xwepêşandanên seranserî yên di mehên Kanûn û Çile de, ku bi serkutkirineke tund ji alîyê rayedaran ve hatin bersivandan.

Li gorî rêxistina mafên mirov ya Îranê (HRANA), di serkutkirina Çile de herî kêm 7,000 kes hatine kuştin; di nav wan de 6,488 xwepêşander û 236 zarok hene. Ajansê herwiha raportên mirina 11,000 kesên din jî piştrast dike.

Di heman demê de, serokê Amerîka Donald Trump roja Înê got ku nêzîkî 32,000 kes hatine kuştin.

Hikûmeta Îranê, ji aliyê xwe ve, mirina 3,117 kesan piştrast kiriye. Hejmara rast a qurbanîyan hêj nehatîye lêkolînkirin û ji alîyên cuda ve hejmarên cuda tên dayîn.

XS
SM
MD
LG