Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Herêma Kurdistanê ji Êrîşên Tirkiye Û Îranê Bêzar Bûye


Wêneyê Otombîla li Şengalê Bûye Armanca êrîşa esmanî ya Tirkiyê
Wêneyê Otombîla li Şengalê Bûye Armanca êrîşa esmanî ya Tirkiyê

Kêm hefte hene ku êrîşên dronên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê pêkneyên, eger na bi domdarî Tirkye êrîşan encam dide û piranî jî sivîl dibin qurbanên wan êrîşan.

Tirkiye bi behaneya hebûna şervanên kurd bi dehan kîlometran ketiye kûrahiya Herêma Kurdistanê. Hikûmeta Tirkiyê dibêje, ew tevgerên leşkerî bi armanca parastina welêt ji "terorîstan" pêktîne.

Îranê gelek caran êrişên mûşekî li ser baregehên opozîsyona kurd li Iraqê pêkanîne. Metirsî heye ku piştî muhleta bêçek kirina partiyên Kurd yên opozîsyona Îaranê yên li Herêma Kurdistanê bidawî bibe car dî Îran êrîş bike.

Ji bilî van êrîşan, her du welatên cîran heta li bajar û bajarokên herêmê, endamên partiyên Kurdistanî yên rikeber dikin armanc.

Ev rewşa metirsîdar gelek pirsan derdixe holê, di nav de:

Çima ev êrîş berdewam li hundirê Herêma Kurdistanê tên kirin?
Çima Tirkiye û Îran bi hêsanî xwe digihînin dijberên xwe yên li hundirê Herêma Kurdistanê?
Helwest û gavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê çine?

Ev mijara û pirs di bernameke taybet ya pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de bi mêhvanên bernamê re hatin gotûbêj kirin, mêhvan jî evin;

  • Şaxewan Raûf Beg, Serokê Komîta Navxweyî, ya Asayîş û Encûmenên Herêmî di dewerya berê ya Parlemena Herêma Kurdistanê de.
  • Herêm Kemal Axa, Endamê Komîta Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Îraqê.
  • Mihemed Emîn Pêncwînî, Çavdêrê Siyasî û Nivîskar.


Têbînî: Dengê Amerîka hewl da ku berpirsekî Partiya Demokrata Kurdistana Îraqê (PDK) jî beşdariyê di bernameyê bike û ramanên xwe derbarê mijarê bîne ziman, lê mixabin, hewildan bê encam man.

Temamiya bernameyê di fayla dengî ya jêrîn de heye:

Gotûbêj_Êrîşên Tirkiyê û Îranê li Herêma Kurdistanê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:50:35 0:00
XS
SM
MD
LG