Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Ser Danûstandinên Sûrîye û Tirkîyê Razîbûna Xwe Ragihand


Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîrabdollahîyan 
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîrabdollahîyan 

Îranê ser danûstandinên dawî yên Sûrîye û Tirkîyê razîbûna xwe ragihand.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîrabdollahîyan dîyar kir ku welatê wî kêfxweş e ku nêzîkbûnekê di navbera Sûrîye û Tirkîyê de dibîne.

‘’Em bi dîyaloga ku di navbera Sûrîye û Tirkîyê de pêk tê kêfxweş in’’ Emîrabdollahîyan got.

Wî dîyar kir ku ew bawer dikin ku ewê bi danûstandinan re encamên erênî çêbin.

Îran hevbenda hikûmeta Sûrîyê ye, lê Tirkîyê bi piştgirîya serhildayên Sûrî dijî hikûmetê sekînbû û vê yekê jî kiribû ku peywendîyên Şam û Enqerê qut bibin.

Di rojên borî de hin karbidestên Tirk û Sûrî bi navbeynkarîya Rûsya kom bûn.

Çaverê ye wezîrên derve yên Tirkîye û Sûrîyê di meha pêş de bicivin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG