Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rûdaneke Trafîkê De Li Îranê 10 Kes Jiyana Xwe Ji dest Didin


Medyaya dewletê ya Îranê got roja Şemiyê 10 kes hatin kuştin û zêdetirî deh kesanjî birîndar bûn, dema ku kamyonek li mînîbasekê ket ku karker vediguhastin li parêzgeha Xuzistanê ya başûrê rojavayê Îranê.

Rêveberê polîsên trafîkê yê Xûzistanê Riza Dolatçehî ragihand ku qeza derdora demjimêr 07:15ê sibê li ser rêya navbera bajarên Ehwaz û Xuremşehir rû daye.

Li gorî raporta ajansa nûçeyan ya fermî IRNAyê, Dolatçahî got: "Hejmara kesên di qezaya li ser rêya kevin ya Ehwaz-Xurmeşehrê de jiyana xwe ji dest dane gihişte 10 kesan."

IRNAyê ji zarê peyvdarê xizmeta lezgîn ya Xûzistanê ragihand ku herî kêm 13 kesên din jî birîndar bûne.

Kesên ku mirine şofêrê kamyonê û rêwiyên mînîbasê bûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG